Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf
Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf
MeŞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf
AŞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf
Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
AŞiqê îŞqîbazekî, bendî diket belayê zulf
Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û Şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf
Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
SerxoŞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf
Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
SerxoŞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf
Şêx û mirîd û salikan, Şah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf
Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf
Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf
Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )