Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê
PaŞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê
Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê
Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek
Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek
Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar
Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar
Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar
Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl
Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl
Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim
Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim
Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê
Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê
Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!
Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab