Zahidê xelwet niŞîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye
AŞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê Şubhe xemxwarê xwe ye
Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeŞîtin qet kes ji bo kes zehmetê
Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye
HoŞîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef
Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye
Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaŞ
Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaŞ
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye
Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!
Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye