Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf
Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
TeŞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def
Manendê mest û serxweŞan, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreŞan, cerg û dilê min kir hedef
Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef
Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef
Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiŞt û lef
Xemrîy û qiŞt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef
Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeŞ hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )
Diger hebûn de´wa û Şerr, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef
Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef
Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef
( Xanî bese! Ah û esef )